MSD mercên danûstandina bi hikûmeta nû ya Tirkiyê re asker dike
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) radigihîne, Ji bo ewlehî û aramiya herêmê, ew amade ne pêwendiyê bi hikumeta nû ya Tirkiyê re bikin.
Seroka Desteya Cibicîkar a MSDê Ilhma Ehmed îro di tweetekê de nivîsî: “Hêvî ew e, hilbijartinên Tirkiyê hikumeteke ku çareserkirina pirsgirêkên herêmê bi rêya diyalog û aştiyê qebûl dike, bi xwe re bîne.
Ilham Ehmed destnîşan kir jî, hikûmeta niha ya Tirkiyê sûrî ji bo berjewendiya desthilatdariya xwe bikar anîne û nîşanên wê yekê hene dê piştî hilbijartinan dest ji wan berde.
Seroka Desteya Cibicîkar a MSDê ragihand jî, ew amade ne bi hikûmeta nû re li ser bingeha dabînkirina ewlehî, aştî û çareseriyê danûstandinê bikin.
Ev daxuyaniya Ilham Ehmed di demekê de ye, hikûmeta Tirkiyê ya niha di heyama salên borî de gelek êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê pêk anîne û di operasyonên cuda de, herêmên wek Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî dagîr kirin. Her wiha gelek xal û endamên HSDê kirine armanc.
Biryar e hilbijartinên Tirkiyê di 14ê Gulanê de bên kirin, li gorî şopîneran jî, rola Kurdan di hilbijartinan de pir girîng û diyarker e. HDP ku piraniya dengdêrên wê Kurd in jî, piştgiriya xwe ji namzedê tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu re nîşan daye.
K24
