PDK û YNK li Hewlêrê rêkeftinek îmze dikin
Li gor jêderên taybetî ev rêkeftina han taybet dibe bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmetê û çawetiya îdare kirina Kurdistanê bo çar salan.
Tê payîn ku di merasîmê de Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê yekê yê Sekreterê YNKê Kosret Resûl Elî amade bin û bi hevre rêkeftinê îmze bikin.
