• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Daqûqê hêzên ewlehiyê hejmarek xaniyên hemwelatiyên kurd kirin binkeyê leşkerî

Li Daqûqê hêzên ewlehiyê hejmarek xaniyên hemwelatiyên kurd kirin binkeyê leşkerî
Li gundekî sînorê bajarokê Daqûq a ser bi parêzgeha Kerkûkê hêzên ewlehiyê hejmarek xaniyên hemwelatiyên kurd dagir kirin û kirin binkeyê leşkerî.

Berpirsekî PDKê jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hêzekî ser bi firqeya 5 a polîsê federal a Iraqê, çûne nav gundê Çewirke ya ser bi sînorê bajarokê Daqûq a ser bi parêzgeha Kerkûkê û hejmarek xaniyên hemwelatiyên kurd li wî gundi dagir kirin û kirin binkeyê leşkerî.’’

Li gor zanyariyên berdest, tevgera DAIŞê li sînorê Daqûqê zêde bûye û hêzên ewlehiyê cîha ku li dû DAIŞê bikevin, xaniyên hemwelatiyên kurd dagir dikin.

Îro 08.04.2019ê berpirsê PDKê yê Daqûqê Hîwa Reşîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hêzekî ser bi polîsê federal çûne gundê Çewirke û xwestina nav gund de binkeyê xwe daynin.’’

Herwaha got: ‘’Piştre wê hêzê li hejmara xaniyên hemwelatiyan ên li wî gundi kirine û yek ji wan cîhên ku binkeyê rêxistina me ye li wî gundî û xaniyên wî gundî jî beşekî piraniya wan vala ne xwestine li wan deveran bicîh bibin. Piştre xelkê gund nerazîbûn nîşan dane û gotine çawa dibe hêzekî leşkerî nav gund de binkeyên xwe dayne.’’

Basnews
Top