4 fraksiyonan derbarê dana paşkeftê mûçeyan de proje-yasayek dan Parlamentoya Kurdistanê
Seroka Komîteya Darayî û Karûbarê Aborî ya Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq ji Rûdawê re got: "Fraksyonên YNK, Komel, Nifşa Nû û Yekgirtû derbarê çawahiya dana paşkeftê mûçeyê fermanberan de pêşniyar-yasayek dane Parlamentoya Kurdistanê û hê negehiştiye Komîteya Darayî û Aborî, lê her proje-yasayeke têkiliya wê bi darayî ve hebe ligel hikûmetê bi hev re kar li ser dikin."
Ji ber krîza aborî ku sedema serekî qutkirina beşê budçe û mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê bû ji aliyê Bexdayê ve di 2014ê de, hikûmeta Herêma Kurdistanê beşek ji mûçeyê fermanberan kir paşekeft.
Piştre ji ber cîgirkirina 522 milyar dînar di yasaya budçeya 2019 ya Iraqê de bo mûçeya fermanber û Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê eger 250 hezar bermîl petrol bi rêya SOMO hinarde neke, hikûmeta Kurdistanê biryar da paşekeft nehêle.
Rudaw
