• Thursday, 19 February 2026
logo

Hijmara kuştiyan li Sûdanê 500 kes derbas kir

Gulan Media April 29, 2023 Nûçe
Hijmara kuştiyan li Sûdanê 500 kes derbas kir

Ev 12 roje pevçûn li vê welatî berdewame.

Pevçûna ku, beriya 12 rojan di navbera artêş û hêzên hawar hatina bilez ya vê welatî de destpê kiriye heta niha berdewame.

Çapemeniya cîhanî belav kiriye ku, di encama wan pevçûnan de heta niha 514 kes hatine kuştin û 4 hezar û 193 kes jî birîndar bûne û gelek kes jî aware bûne.

Ji aliyeke din ve wezareta tendirostî ya Sûdanê jî daxwaz ji her du aliyan kiriye daku, hêzên xwe ji navendên tendirostî dûr bixin û nabe êrîşî ser navendên tendirostî bikin daku, bikaribin xizmeta kesên birîndar bikin.

 

Rudaw

Top