• Saturday, 14 February 2026
logo

Xamneyî bo Adil Ebdulmehdî: Bilez hêzên Amerîkî ji Îraqê der bixin

Xamneyî bo Adil Ebdulmehdî: Bilez hêzên Amerîkî ji Îraqê der bixin
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Îranê de, duhê piştî civîna xwe ya li gel Serokkomarê Îranê Hesen, Rûhanî, Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî, li gel rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî jî civiya.

Di hevdîtina han de Xamneyê û Ebdulmehdî behsa têkiliyên navbera Îraq û Îranê kirin û her du alî tekez li ser bihêztir kirina têkiliyên han kirin.

Her di heman hevdîtinê de Xamneyî ji Ebdulmehdî re gotiye lazime hêzên Amerîkî li Îraqê nemînin û ji bo vê çendê jî lazime Îraq tişteke wisa bike ku hêzên Amerîkî bilez ji Îraqê vekêşin.

Top