Bi sedan koçberên Kurd li Yûnanistanê di kampekê de asê mane
Koçber li ser sînorên Yûnanistan – Makedonyayê li bajarê Selanîkê kom bûne û daxwaza vekirina rêyan dikin.
Ji ber girtina sînorên Makedonya û welatên din ên Ewropayê, koçber çend sal in li wê deverê asê mane û di rewşeke xirab de dijîn.
Ji bilî rêyên bejahiyê, koçberên li wê derê, bi taybetî koçberên Efrîqî ji Lîbyayê bi rêya avê hewl didin xwe bigihînin welatên Ewropayê.
Li gor amarên Rêxistina Koçberan a Navdewletî ya ser bi Neteweyên Yekgirtî jî, ji destpêka sala 2019an ve heta meha Adarê hejmara koçberên ku xwe gihandine Ewropayê 12 hezar kes derbas bûye.
Berevajî salên derbasbûyî, niha welatên Ewropayê bi germî pêşwazî li koçberan nakin û deriyên xwe li ber wan girtine.
Wezîrê Navxwe yê Îtalyayê Matteo Salvini rêxistinên nehikûmî bi alîkarîkirina qaçaxçiyan tohmetbar dike û dibêje: “Ne tenê ez guman dikim ku rola rêxistinan di deryaya spî de heye. Ez naxwazim heman gotinên xwe yên berê bînim ziman, ji ber ku ez tenê ji vê pirsê nîgeran im. Ji hevkarên Fransî, Îngilîzî, Almanî bipirsin; rêxistinên nehikûmî pirsgirêk in û alîkariya qaçaxçiyan dikin.”
Rewşa koçberan di sala 2019an de li gor salên derbasbûyî nexweştir e û dijwartir bûye, bi awayekî ku hemû sînor li rûyê wan hatine girtin û ti welat amade nîne ku weke salên 2015 û 2016an pêşwaziya wan bike.
Rudaw
