• Saturday, 14 February 2026
logo

Egera pêkhatina operasyoneke li dij rojava û helwesta Emerîkayê

Egera pêkhatina operasyoneke li dij rojava û helwesta Emerîkayê
Rakêşiya di nava Tirkiye û Emerîkayê de li ser rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Berî niha Tirkiyê careke din anî rojevê ku ew ê dest bi operasynekê bike. Emerîkayê jî diyar kir, ew bi karvedaneke wêrankarî bersiv bide vê yeke. Li gorî pisporan egera pêkanîna operasyonekê nîn e lê heger ligel gefên Emerîkayê, Tirkiye operasyonekê bide destpêkirin wê Emerîka li rojava herêma qedexe ragihîne bo firîna balefirên şer.

Robert Baladîno Cigirê Berdevkê Wezîreta Derve yê Emerîkayê di daxuyaniyekê de dibêje; heger Tirkiyê bi serê xwe li dijî Bakûrê Surî (Rojavayê Kurdistanê) hêrîşeke leşkerî pêkbîne, Emerîka dê bi karvedaneke wêrankarî bersiv bide vê yekê. Gelo mebesta Emerîkayê ji vê "karvedana wêrankarî" çi ye? Pêkane ku Tirkiye ligel van gefan dîsan jî hêrîşekê bibe ser rojavayê Kurdistanê? Heger Emerîka bi karvedaneke serbazî bersiva Tirkiyê bide dê çawa û heta çi raddayê be? Li gorî pisporê pêywendiya navdewletî Mustafa Pekoz egera operasyonê ne pêan e, ligel van gefan jî dema Tirkiye operasyonê pêk bîne, wê Emerîka firîna balefîrên şer yên li ser rojava qedexe bike.

Mustafa Pekoz - pisporê pêywendiya navdewletî, dibêje:"Robert Palladîno bi wan gefên xwe ji Tirkiyê re dibêje; eger tû êrîşî rojava bikî em ê reaksiyoneke siyasî û leşkerî nîşan bidin û em li endamtiya te ya NATOyê nanihêrin. Ez bixwe pêkan nabînim ku Tirkiye li rojava operasyonekê bide destpêkirin. Ger bike jî wê Emerîka li rojava, herêma qedexe ragihîne bo firîna balefirên şer. Herwiha wê Emerîka ne leşkerên xwe biajo nava rojava, lê wê wan çekên giran ên di destê HDSê de aktîf bike û destûrê bide HDSê ku bikar bîne."

Dû pirsên din jî hene ku di vê mijarê de derdikevin pêş. Ya yekem, gelo piştî daxwuyaniya Baladîno Tirkiyê dikare hêrîşeke serbazî li dijî rojavayî Kurdistanê encam bide? Ya dûyem jî Rusya di rewşeke wiha de dê piştgiriya Tirkiyê bike yan na? Li Ser vê mijarê jî pisporê pêywendiya navdewletî Mete Sohtaoglu dibêje; pêkhatina operasyonekke berfireh ne pêkan e û di vê mijarê de Rûsya li gor berjewendiyên xwe tevdigere, ne li gor yê Tirkiyê.

Mete Sohtaoglu - pisporê pêywendiya navdewletî, dibêje:"Tirkiye wê meseleya operasyonê di rojevê de bihêle. Lê bergê vê operasyonê bi sînor e, likasyoneke dyarkirî heye, wê nikaribe bi nav Rojhilatê Firadê de biçe. Bi tenê ji bo parastina sînorên xwe belkî rêya bêjeyî ya M 4 bixwaze kontrol bike. Rûsya jî li gorî hevdîtina di nava Putîn û Erdogan de wê rengê xwe diyar bike. Lê di egera operasyonekê de wê Rûsya li berjewendiya xwe bifikire ne li ya Tirkiyê."

Pisporên pêwendiyên navdewletî di nirxandinên xwe de bal dikişînin ser hindek xetereyên din û dibêjin; eger Tirkiye ligel gefên Emerîkayê operayonê bide

destpêkirin vê gavê jî wê hemleyeke operasyona dijber destpê bike, ji aliyê HSDê ve. Ev hemleya operasyona dijber jî wê ji Cerablûsê dest pê bike û heta El Bab, Azez û Efrînê berdewam bike. Herwiha ew dibêjin; Amerîka vê carê xeta sor kiriye û rê nade operasyonekê, Rûsya jî ji Tirkiyê dixwaze ew bi Şamê re li hev bike ji bo operasyonê. Meseleya Îdlibê jî kêşeyeke mezin e li ber Tirkiyê, ji bo ragirtina piştgiriya Rûsyayê.

K24
Top