• Thursday, 19 February 2026
logo

Dengdana li derveyî Tirkiyê dest pê kir

Gulan Media April 27, 2023 Nûçe
Dengdana li derveyî Tirkiyê dest pê kir

Pêvajoya dengdanê ya ji bo hilbijartinên Tikiyeyê, li 73 welatan dest pê kir.

Biryar e welatiyên Tirkiyê di 14ê Gulanê de biçin ser sindoqan da ku Serokomar û parlamenterên xwe hilbijêrin. Pêvajoya dengdanê ya dervayî sînorên Tirkiyeyî, îro demjimêr 09:00ê dest pê kir.

Li gor zanyariyan, welatiyên Tirkiyê dê li 73 welatan û 156 nûneretiyên Tirkiyeyê dengê xwe bidin. Li van cihan dê dengdan heta 9ê Gulanê berdewam bibe.

Welatiyên Tirkiyê yên îqameya wan dervayî welêt e dikarin heta 14ê Gulanê li deriyên Gumrikê deng bidin.

Li dervayî Tirkiyê 3 milyon û 416 hezar û 98 dengdêr hene û hejmara kesên ku dê cara yekemîn deng bidin jî 277 hezar û 646 e.

 

K24

Top