• Thursday, 19 February 2026
logo

Demirtaş bang li dengderên derveyî welat kir

Gulan Media April 27, 2023 Nûçe
Demirtaş bang li dengderên derveyî welat kir

Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş li ser hesabê xwe yê medya civakî bang li dengderên derve kir û bi danîna haştaga #Bila dewran bizîvire, ji dengderan xwest dengê xwe bidin.

Selahattîn Demirtaş ê ku ji sala 2016ê ve di girtîgeha Edirneyê de girtî ye, li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî hilbijartinên 14ê Gulanê û destpêkirina dengdana welatiyên derve peyamek weşand.

Demirtaş ji dengderên derveyî welat daxwaz kir ku biçin ser sindoqên dengdanê û deng bidin.

Demirtaş ji dengderên derveyî welat re nivîsî: “Bo te mafê dengdanê dest pê dike û roja Sêşemê 9ê Gulanê bidawî dibe. Dengê xwe yê derveyî welat bi kar bîne #Bila dewran bizîvire.”

Her wiha Demirtaş di peyama xwe de noteke bi destxetê xwe nivîsî jî belav kir û têde dibêje: “Xwişk û birayên min ên hêja bo dengdanê tika ye ji niha ve hemû karên xwe rêk bixe. Jibîr neke bi dengê te dê qedera welat were guhertin.”

 

 

Rudaw

Top