• Thursday, 19 February 2026
logo

Medyayekî Iraqê: Kongreya Amerîkayê lêkolînê dike ku Bafil Talebanî bixe lîsteya terorê

Gulan Media April 27, 2023 Nûçe
Medyayekî Iraqê: Kongreya Amerîkayê lêkolînê dike ku Bafil Talebanî bixe lîsteya terorê

Kanala Wen News a Iraqê di raportekî de bi zimanê çend çavkaniyên agahdar ve ragehand ku ji ber ku Hevserokê YNKê Bafil Talebanî li gel rêveberên PKKê mijûlî bazirganî kirina bi madeyên hişber, bazirganiya mirov, çek û qaçaxçîtiya dolar û spîkirina pareye, dibe ku wî bixin lîsteya terorê de.

Wan çavkaniyan ji wê kanala erebî re ragehandine ku Bafil Talebanî ne ku ti hestekî wî yê netewî ji bo gelê Kurdistanê tine, herwaha li gel PKKê jî dijî berjewendiyên Herêma Kurdistanê kar dikin û hewkariya planên xirab li gel dijminên kurdan dikin.

Herwaha hat ragehandin, Bafil Talebanî nav Herêma Kurdistanê de mijûlî dijatî kirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û serpereştiya grubekî tewanbar û karê mafyageriyê dike.

 

Basnews

Top