• Saturday, 14 February 2026
logo

Rêbaz Hemlan behsa korbenda aborî ya Urdinê kir

Rêbaz Hemlan behsa korbenda aborî ya Urdinê kir
Wezîrê Derve yê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan behsa beşdariya şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesûd Barzanî li korbenda cîhanî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa li Urdinê kir.

Rêbaz Hemlan di rûpela xwe ya komeleyatî di facebookê da nivîsiye û gotiye Şahê Urdindê Abdulla û berpirsên Urdinê bi germî pêşwazî li şanda Kurdistanê kirine.

Herwiha Hemlan da zanîn ku teverên korbendê wiha Şoreşa çarem a pîşesaziyê li cîhana erebî, Ava kirina nimûneyek aboriyê ya nû, pêşeroja rêvebirina jîngeya welatên erebî û geheştina bingehek hevbeş li cîhanekî ku gelek rê û armancên cuda heyîbûye.

Serok Mesûd Barzanî bi vexwandina fermî ya qralê Urdinê Şahê Ebdulayê duyem ve û bi serokatiya şandekî bilind ve bo beşdarbûna li vê korbendê ye. Serok Barzanî û şanda Herêma Kurdistanê weke mêvanê taybet ê Urdinê Şah Ebdullayê duyem hatiye vexwendin. Hatiye aşkerekirin 1000 serok û serkirdeyên hikûmetên cîhan û kesayetiyên karîger û kompanyayên navdar ê medenî ji 50 welatan beşdarî vê korbendê bûne.

Serok Barzanî cara duyeme beşdarî vê korbendê dibe. Serok Barzanî di sala 2017an jî da bi şandeke Herêma Kurdistanê beşarî li vê korbendê kiribû.

Basnews
Top