• Thursday, 19 February 2026
logo

Şandeya Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî serdana Wezareta Derve ya Almanya kir

Gulan Media April 27, 2023 Nûçe
Şandeya Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî serdana Wezareta Derve ya Almanya kir

Îro 26.04.2023yê şandeya Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî di serokatiya serokê dezgayê Musa Ehmed de serdana Wezareta Derve ya Almanya kir.

Şande ji endamên desteya rêveberiyê Awat Mistefa û Rewac Hacî û berpirsê ofîsa Şingalê yê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî Şîro Şimo Cuq pêkhatibû û serdana Wezareta Derve ya Almanya kirin û ji aliyê serokê beşa krîzan, seqamgirî û alîkariyên mirovî Klemens Semtner ve hatin pêşwazî kirin.

Di civînê de Wezareta Derve ya Almanyayê destxweşî li karên Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî kir, bi taybet bi hewarçûna tîmên lezgîn ên Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî li navçeyên erdhejê yên li Tirkiyê û Sûriyê bi giringî hate behs kirin.

Wezareta Derve ya Almanyayê daxwaza hewkarî û piştevaniya zêdetir ji bo karên mirovî yên Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî û daxwaza alîkarî û hemahengiya zêdetir kir.

Serokê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed jî destxweşî û spasiya Almanyayê kir ji bo jenosîd nasandina tewanên dijî kurdên Êzidî, herwaha hêvî xwest ku di dema pêş de hemahengî û hewkariya Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî û rêxistin û fermangehên din ên Almanyayê baştir û bihêztir bibe.

Herwaha di heman rojê de Serokê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed li gel Wezîrê Dewletê yê karûbarên avadanî û geşepêdanê li Almanyayê civîya û wezîrê Almanyayê destxweşî li kar û çalakiyên mirovî yên Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî kir.

 

Basnews

Top