• Thursday, 19 February 2026
logo

AK Partiyê serdana PDK Bakurê kir

Gulan Media April 27, 2023 Nûçe
AK Partiyê serdana PDK Bakurê kir

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, roja 26ê Nîsana 2023ê şandeke AK Partiyê serdana PDK Bakurê kir.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, ligel nêzîkbûna hilbijartinan serdanên partiyên siyasî û berbijêran bo alî û partiyên siyasî zêde bûne.

Li Amedê roja Çarşemê 26ê Nîsanê şandeke Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) bi serokatiya berbijêrê parlamenteriyê yê rêza yekemîn ê AK Partiyê Galip Ensarioglu, serdana navenda PDK Bakurê kir.

Endamên şanda AK Partiyê ji aliyê Serokê Giştî yê PDK Bakur Sertaç Bucak û rêveberiya wê partiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Galip Ensarioglu li ser hesabê xwe yê Twitterê behsa wê serdan û civînê kiriye û ragihandiye: “Me bi Serokê Şaxa Amedê M. Şerif Aydin re serdana Serokê Giştî yê PDK Bakur Sertaç Bucak û rêveberiya wî kir. Ez ji bo mêvanperweriyê spasiya serokê hêja û rêveberiya wî dikim.”

 

 

Rudaw

Top