• Thursday, 19 February 2026
logo

2 erdhej li Herêma Kurdistanê rû dan

Gulan Media April 27, 2023 Nûçe
2 erdhej li Herêma Kurdistanê rû dan

Îro danê sibê li ser sînorê Kalar û Xaneqînê yên Başûrê Kurdistanê du erdhej çêbûn.

Pisporê keşnasî û erdhejê Sîrwan Salih ragihand, erdheja yekem bi hêza 3.8 pile li gorî pîvera Richterê bûye di navbera Kelar û Xaneqînê de rû daye û navenda wê gundê Daraxurma rû daye.

Diyar kir jî, erdhej 20 kîlometre dûrî navenda bajarê Kalarê ye û 11 kîlometre di bin erdê de rû daye.

Sîrwan Salih diyar kir jî, erdheja duyemîn bi hêza 2.6 li gor pîvana Richterê ye., 16 kîlometre dûrî navenda bajarê Kalarê 9 kîlometre di bin erdê de rû daye.

 

K24

Top