• Saturday, 14 February 2026
logo

Nûjdarên Amerîkî û biyanî hevkariya tendirostiya Dihukê dikin

Nûjdarên Amerîkî û biyanî hevkariya tendirostiya Dihukê dikin
vê heta salekî li ser hevkariyên xwe berdewam be
Şandeke nûjdarên Amerîkî û biyanî serdana Dihukê kirine û dixwazin di warê tendirostî de, hevkariyên hewce pêşkêş bikin.

Di vê derbarê de Birêveberê giştî yê tendirostiya Dihukê Nizar Ismet diyar kir ku ev şanda han ji 15 kesan pêk hatiye û armanca serdana wan pêşkêş kirina hevkariyane bo tendirostiya Dihukê û ev pêngava wan heta salekê bidome.

Ismet herwiha diyar kir ku şanda han vê serdana kempên penaberan jî bike û hevkariyên tendirostî pêşkêşî penaberan jî bike.

Top