• Saturday, 14 February 2026
logo

Çalakvanekî Xaneqîn: Alîkariya xelkê Loristanê kirin erkê me yê netewî ye

Çalakvanekî Xaneqîn: Alîkariya xelkê Loristanê kirin erkê me yê netewî ye
Li bajarê Xaneqînê helmeta alîkarî bo lêqewmiyên lehiya parêzgeha Loristan a Rojhilatê Kurdistanê tê kom kirin û ew kampanya bo yek heftiyê dê berdewam be û yek ji çalakvanan jî dibêje alîkarî kom kirin erkê me yê netewî û mirovî ye.

Îro 06.04.2019ê çalakvanê diyar ê bajarê Xaneqînê û yek ji endamên kampanyaya komkirina alîkariyê bo Loristanê li Xaneqînê Selam Ebdula ji BasNewsê re ragehand: ‘’Me li Xaneqînê kampanyayek alîkariyê bo qurbanên lehiya parêzgeha Loristanê rêkxistiye û dê heftiyekî berdewam be û ew kampanya dûrê ji nêrîn û ramanên mezhebî, partî û olî, ji ber karekî mirovaneye û netewî ye û me pêwîst dît ku biçin hewara xelkê Loristanê.’’

Herwaha got: ‘’Di vê kampanyayê de tenê pare em kom nakin, tişt û amûrên nav mal, cilûber û pêwîstiyên mirov bi çi hebe em hemûyan jî kom dikin û piştre emê rêbikin bo leqewmiyên Loristanê.’’

Basnews
Top