• Thursday, 19 February 2026
logo

Swêd dîplomatên Rûsî dersînor dike

Gulan Media April 26, 2023 Nûçe
Swêd dîplomatên Rûsî dersînor dike

Dibêje beruvajî rêkeftinên dîplomatîkî tevgeriyane.

Wezîrê derve yê Swêdê Tobias Billström ragihand ku, hikûmeta vê welatî biryar daye daku, 5 dîplomatên Rûsî yên ku, li balyozxaneya Rûsyeyê ya li Stokholmê kar kirine dersînor bike.

Tobias Billström eşkere kiriye ku, ev balyozê Rûsyeyê vexwandine wezareta derve ya Swêdê û jê re gotine ku, tu û dîplomatên din yên Rûsî derveya rêkeftinên cîhanî yên taybet bi karûbarên dîplomatîkî tev digerin lewre biryara dersînor kirinê bo we hatiye dayîn û lazime bilez ji Swêdê derkevin.

Heta niha Rûsye li ser vê biryarê ti daxuyanî nedaye.

Top