Mesrûr Barzanî ji bo Ebdullah Kiwêxa Mubarek sersaxî xwest
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya telefonê ji bo wefata kurê wî Ebdullah Kiwêxa Mubarek sersaxî xwest.
Serokwezîr hevxemiya xwe derbirî û hêvî xwest ku Xwedê ruhê kurê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyp bide malbata wî.
Serokwezîr her wiha spasiya helwesta wêra, berpirsiyarane û welatparêziya Ebdullah Kiwêxa Mubarek kir û tekez kir ku divê dawî li van tawanan were û sûcdar bên darizandin.
Di bersivê de Ebdullah Kiwêxa Mubarek spasî û pêzanîna xwe ji bo pêwendî û sersaxiyê ji Mesrûr Barzanî re nîşan da.
Basnews
