• Thursday, 19 February 2026
logo

Hilbijartin: Roja Pêncşemê dengdana dengderên derve destpê dike

Gulan Media April 26, 2023 Nûçe
Hilbijartin: Roja Pêncşemê dengdana dengderên derve destpê dike

Li Firokexaneya Stenbolê bo hilbijartinên 14ê Gulanê yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê sindoqên dengdanê hatin danîn. Dengderên navnîşana wan li derveyî welat dê roja Pêncşemê ji demjimêr 08.00 sibehê û şûnde bikarin dengê xwe bidin.

Bo hilbijartinên Serokkomarî û gera 28emîn a Parlamentoya Tirkiyê di serî de li Firokexaneya Stenbolê, li deriyên sînorî û nûnertiyên li welatên derve ji bo dengderên li derveyî Tirkiyê dengdan di 27ê Nîsana 2023an de, ji demjimêr 08.00 û şûnde destpê dike.

Di vê çarçoveyê de Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê karûbarên danîna sindoq û kabîneyên dengdanê li Firokexaneya Stenbolê temam kirin.

Dengderên ku navnîşana wan li derveyî Tirkiyê ye dê bikarin 6 çûn, 6 jî hatin bi giştî li 12 sindoqên li Firokexaneya Stenbolê dengê xwe bidin.

Herwiha dengdana li deriyên sînorî ku roja Pêncşemê destpê dike, dê heta roja Yekşemê 14ê Gulanê demjimêr 17.00 berdewam bike. Li nûnertiyên Tirkiyê yên li welatên derve jî dengdan heta 9ê Gulanê berdewam dike.

Bo hilbijartinên 14ê Gulanê li 75 welat û 156 cihan li nûnertiyên Tirkiyê sindoqên dengdanê hatine danîn. Li deriyên sînorî bo dengderên derve 4 hezar û 671 sindoq hatine danîn.

Li gor amarên fermî, 3 milyon û 416 kesên derveyî Tirkiyê di hilbijartinên îsal de mafê wan ê dengdanê heye ku 277 hezar û 646 ji wan bo cara yekem diçin ser sindoqên dengdanê.

 

Rudaw

Top