• Thursday, 19 February 2026
logo

Hevpeymaniya cîhanî: Piştîvaniya me bo hêzên pêşmerge berdewam dibe

Gulan Media April 26, 2023 Nûçe
Hevpeymaniya cîhanî: Piştîvaniya me bo hêzên pêşmerge berdewam dibe

Dibêje heta DIŞI li Îraq û Sûriyeyê mabe em jî dimînin.

Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymaniya cîhanî li Îraq û Sûriyeyê General Matthew McFarlane ragihand ku, hêzên pêşmerge hevpeymanên wan yên sereke di şerê dijî DIŞIê dene li deverê de û heta DIŞI li Sûriye û Îraqê bimîne, vê hêzên hevpeymaniya cîhanî jî li wan welatan bimînin.

General Matthew McFarlane diyar kiriye ku, niha hevkarî û hemahengiyeke baş di navbera wan û hêzên pêşmerge de heye û ev hevkariya han berdewam dibe û hevpeymaniya cîhanî jî li ser piştîvanî kirina hêzên pêşmerge berdewam dibe.

Top