Tek: Erdogan û MHP hîşt hesta netewî li cem Kurdan bilindtir bibe
Tek tekezî li ser helwesta xwe kir û got: “Armanca me ji vê hilbijartinê ew bû, em nîşan bidin ku Kurd ne mehkûmê dewletê ye û ne mehkûmê siyaseta çewt a HDPê ye. diruşma me jî ew bû (Ne xendek û ne jî qeyum). Qeyum ji ber ku vîna gel jê standiye, loma ji aliyê me ve nayê qebûlkirin. Siyaseta PKKê li ser gelê Kurd spandiye jî ji aliyê me ve nayê qebûlkirin.”
Serokê Giştî yê PSKê da zanîn jî, Herçend e ev hilbijartinên herêmî bûn, lê propaganda hilbijartinê siyasî bû. Serokomarê Tirkiyê û Serokê MHPê bi siyastên xwe yên nijadperestiyê li dijî Kurd, hesta netewî li cem Kurdan bilindtir kir.
K24
