• Saturday, 14 February 2026
logo

Daxwaza HDPê ya dubare hejmartin dengên Mûşê har redkirin

Daxwaza HDPê ya dubare hejmartin dengên Mûşê har redkirin
Lijneya Hilbijartinê ya Bajarê Mûşê nerazîbûna HDPê ya ji bo encamên hilbijartinê red kir.

Li bajarê Mûşê di encama hilbijartina şaredariyan de namzetê AK-Partiyê 538 deng ji namzetê HDPê zêdetir wergirt û şaredariya Mûşê qezenç kir.

Lê HDPê nerazîbûn ji betalkirina 2500 deng û encamên 103 sindoqan re nîşan da û daxwaz ji Lijneya Hilbijartinê ya Bajarê Muşê kir ku deng careke din werin hejmartin. Lê daxwaza HDPê hate redkirin.

Namzetê HDPê yê Mûşê Sirri Sakik ragihand, têkoşîna wan a hiqûqê dê berdewam be û ewê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind bidin.

K24
Top