• Saturday, 14 February 2026
logo

Aldar Xelîl: Em pişta xwe bi hêzên derve girê nadin

Aldar Xelîl: Em pişta xwe bi hêzên derve girê nadin
Berpirsê peywendiyên TEV-DEMê Aldar Xelîl dibêje, peywendiya Rêveberiya Xweser ligel berpirsên Rûsya berdewam in da ku guvaşê li Şamê bikin ji bo destpêkirina diyalogê di navbera herdû aliyan de.



Aldar Xelîl di hevdîtinekê de ligel medyaya Amerîkî behsa wê yekê dike ku ew pişta xwe bi hêzên derve girê nadin da ku wan biparêzin û pêwîst e pişta xwe bi xwe girê bidin. Aldar Xelîl dibêje, li ser asta peywendiyên dîplomatîk jî, serderiya wan ligel welatên Ereb, Ewropa û Amerîka berdewam e.



Berpirsê peywendiyên TEV-DEMê Aldar Xelîl derbarê rewşa Efrînê got, ew hewl didin sûd ji pêşhatan werbigirin û operasyonan li Efrînê zêdetir û xurtir bikin da ku ew bajar bê azadkirin.



Aldar Xelîl derbarê hemahengiya di navbera Kurdên parçeyên Kurdistanê de got, dema ku herêmên Kurdî rûbirûyî metirsiyan dibin, tiştekî sirûştî ye ku beşên din yên Kurdistanê û Kurd bi hev re bin, weke nimûne li Kobanê, hemû Kurdên Kurdistanê di şerê Kobanê de beşdar bûn, di şerê Efrînê de, gencên Kurd yên Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê û tevahiya navçeyan û heya Kurdên Ewropayê jî hatin da ku berevaniyê li bajêr bikin.

Rudaw
Top