• Thursday, 19 February 2026
logo

Cuda bûn ketiye nava artêş û hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê

Gulan Media April 25, 2023 Nûçe
Cuda bûn ketiye nava artêş û hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê

Faxnews dibêje darayiya spah û artêşê bo derveya Îranê tê veguhastin.

Kanala faxnews raportek derbarê rewşa Îranê de belav kiriye û  qala vê yekê kiriye ku, rewşa rejîma Îranê bi taybetî hêzên leşkerî, spah û artêşa vê welatî gelekî aloze.

Di beşeke din ya vê raporta han de hatiye eşkere kirin ku, di nava artêşa Îranê de zaniyarî destê wan ketine ku, hijmarek ji rayedarên spah û artêşa Îranê dest bi dizîn û veguhastina darayiyên artêş û spaha Îranê bo derveya Îranê kirine.

Di berdewamiya vê raportê de yaku, xwe dispêre jêderên navxweyî yên Îranê, cudabûn ketiye nava refên artêş û spaha Pasdaran de û hêdî hêdî ev cuda bûna han zêdetir dibe û heta niha gelek rayedarên artêş û spaha Pasdaran ji refên artêş û spahê cuda bûne.

Di dawiya raportê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku, beşeke zêde ji rayedarên spah û artêşa Îranê jiber êrîşên hêzên wan bo ser xelkê bi taybetî xwepîşanderan, fedî dikin lewre dilê wan ji artêş, spah û rejîmê gelek sar bûye.
 

Top