• Saturday, 14 February 2026
logo

Polîtburoya YNKê rêkeftina wê partiyê bi PDKê re pesend kir

Polîtburoya YNKê rêkeftina wê partiyê bi PDKê re pesend kir
Polîtburoya YNKê rêkeftina YNK bi PDKê re li ser pêkanîna hikûmetê pesend kir, lê biryara dawî hîn nehatiye dayîn.

Polîtburoya YNKê îro li Silêmaniyê civiya û rêkeftina YNKê bi PDKê re li ser pêkanîna hikûmetê pesend kir.

Li gorî agahiyan, biryara dawî dê ji aliyê encumena serkirdetiya YNKê were dayîn, ji ber wê jî encumena serkirdetiyê dê îro êvarê bicive û biryara dawî bide.

PDK û YNK roja 3 vê mehê li ser pêkanîna hikûmetê li hev kiribûn.

Basnews
Top