Polîtburoya YNKê rêkeftina wê partiyê bi PDKê re pesend kir
Polîtburoya YNKê îro li Silêmaniyê civiya û rêkeftina YNKê bi PDKê re li ser pêkanîna hikûmetê pesend kir.
Li gorî agahiyan, biryara dawî dê ji aliyê encumena serkirdetiya YNKê were dayîn, ji ber wê jî encumena serkirdetiyê dê îro êvarê bicive û biryara dawî bide.
PDK û YNK roja 3 vê mehê li ser pêkanîna hikûmetê li hev kiribûn.
Basnews
