• Saturday, 14 February 2026
logo

Mixtara Kurd bû rojeva Tirkiye û Bakurê Kurdistanê

Mixtara Kurd bû rojeva Tirkiye û Bakurê Kurdistanê
Di hilbijartinên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de jineke Kurd a ji Êlihê bû rojeva sereke. Niha hem Kurd û hem jî Tirk ji şaredaran zêdetir qala wê dikin. Fatma Turkan di dîroka bajarê Êlihê ya Bakurê Kurdistanê de yekem jin e ku di hilbijartinan de dibe muxtar.



Fatma Turkan jineke ji Êlihê ye. Piştî hilbijartinên 31ê Adarê kete rojeva hemû Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê.



Turkan li Taxa Saglikê ya Êlihê li hemberî 7 mêran bû berbijêra mixtariyê û bi ser ket. Di dîroka bajarê Êlihê de cara yekemîn e ku jinek dibe mixtar.



Fatma Turkan ji Rûdawê re diyar kir: “Wextê ku min nû serî lê da, min got belkî ez rastê nerazîbûnên zilaman bêm. Lê wisa çênebû. Tev jî bi germahî nêzik bûn. Mehek û heftiyekî de min 2 hevalên jin jî da kêleka xwe û ez geriyam û şikir em bi ser ketin.”



Turkan bi serkeftina xwe dawî li mixtariya rikaberê xwe yê ku 50 sal in li vê taxê mixtarî dikir anî. Palpiştê herî mezin ê Fatma Turkanê jî hevjînê wê Hacî Turkan e.



Hacî Turkan diyar kir: “Jin jiyan e. Di dinyayê de bê jin jiyan çênabe. Ji bo ku ew jiyaneke xweş û bi rûmet û baş û serkeftî bin, gerek mirov alîkarî bide jiyanê û jinan.”



Bajarê Êlihê di hêla zexta li ser jinan de di salên 2000î de rojeva sereke ya Kurdan bû. Lewre gelek jin ji ber ku nedikarîn di nava jiyanê de cih bigrin dawî li jiyana xwe dianîn. Êlih weke bajarê xwekuştina jinan derketibû pêş. Lê malbata Fatma Turkan bi piştgiriya wê ya bo mixtariyê hebûna jinan careke din li vî bajarî zindî kir.



Keça Fatma Turkan, Hatîce Turkan diyar kir: “Dayika min Fatma Turkan tim li pêş bû. Bi cîranên xwe re têkiliya wê gelek baş bû. Li ku şînek, şahiyek hebûya li wir bû. Tim bi pirsgirêkên taxê re eleqedar dibû. Ji ber vê yekê jî xelkê ew weke muxtar hilbijart.”



Têkiliyên Fatma Turkan bi rûniştvanên taxê re gelek serkeftî ye. Ji ber vê yekê der û cîran di wê baweriyê de ne ku bi mixtariya Fatma Turkan dê di taxa xwe de guherînên mezin çêke. Hem jin û hem jî mêr hêviyên guherîna taxa xwe bi xebata mixtara jin ve girê dane.



Welatiya bi navê Yildiz Aslan dibêje: “Em jin in û em jê bawer in ku ew ê vî tiştî bibe serî.”



Sevgul Bîlen diyar dike: “Îsal 6 sal in ez cîranê wê me û ez jê bawer im.”



Ferdî Kîşmîr jî dibêje: “Serê wan ji mêran zêdetir dixebite. Jin li taxa me bû mixtar. Ji bo taxa me û ji bo Êlihê jî tiştekî mezin çêbû.”



Fatma Turkan dayika 6 zarokan e. Ew keça karkerekî Kurd bûye ku salên dûrûdirêj li Edeneyê li koçberiyê jiyaye. Niha dixwaze vê tecrûbeya xwe ya jiyanê di xizmeta rûniştvanên taxa xwe de weke kar û xizmeteke baş vegerîne.

Rudaw
Top