Hulusi Akar: Amerîkayê sê firokeyên F-35 radestî Tirkiyê kirine
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar amaje bi gefên mûşekî û esmanî bo ser Tirkiyê da û ragihand ku "parastina welat û gel li hember gefên heyî ji aliyê wan ve erkê herî girîng e."
Akar da zanîn ku kar li ser wêya ka divê bibin xwediyê çi sîstemeke berevaniya esmanî ya modern kirine û got: "Ji wê dema ku Amerîka jî ligel piraniya welatan daxwazên me red kirin, Rûsan erênî bersiva Tirkiyê dan, di hemû warekî de asankarî kirin û piştî sê mehan jî ev sîstem radestî Tirkiyê tê kirin."
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê got: "Kar li ser wê yekê hat kirin, Tirkiye hem bibe xwediyê S-400 û hem jî Patriotên Amerîkayê jî bikirin. Di vê derbarê de civîn berdewam in."
Akar qala projeya F-35an jî kir ku Tirkiye yek ji hevbeşên wê ye û got: "Heta niha Amerîkayê sê firokeyên F-35 radest kirine û biryar e firokeya çarem jî îro bê radestkirin. Ji bo parastin û rewayetiyên me civîn berdewam in û di rojên pêş de ev rewş yekalî dibe."
Rudaw
