• Thursday, 19 February 2026
logo

Burkina Faso.. Çekdarên cilûbergên artêşê li xwe kiribûn 60 kes kuştin

Gulan Media April 24, 2023 Nûçe
Burkina Faso.. Çekdarên cilûbergên artêşê li xwe kiribûn 60 kes kuştin

Nêzîkî 60 kes li Burkina Faso ji aliyê çekdarên ku cilûbergên Artêşa Niştimanî li xwe kiribûn hatin kuştin, rayedarekî dadwerî jî got, lêkolîn derbarê vê êrîşa kujêr de hatiye vekirin.

Dozgerê Dadgeha Bilind li Wahigoya, Lamine Kabore got: “Roja pêncşemê, nêzîkî 60 kesî ji aliyê kesên ku cilûberên hêzên me yên çekdar ên niştimanî li xwe kiribûn, li gundê Karma li parêzgeha Yatenga ya bakur hatin kuştin.”

Lamine Kabore diyar kir, birîndar ji bo dermankirinê bo navendên tendirustiyê hatine.

Ev êrîşa dawî piştî êrîşeke din a çekdarên çekdar tê ku 34 xwebexş û 6 leşker roja 15ê Nîsanê li nêzîkî gundê Orima ku 15 kîlometre dûrî Wahigoya ye, hatibûn kuştin.

Piştre jî Encûmena leşkerî li Burkîna Faso “seferberiyeke giştî” li dijî çekdarên ku girêdayî El-Qaîde û DAIŞê têne tawanbarkirin, ragihandibû.

Tundûtûjî li wî welatê ku wek ji welatên herî hejar ê cîhanê tê hejmartin, ji sala 2012an ve dest pê dike. Li gorî rêxistinên nehikûmî, zêdetirî 10 hezar kes hatine kuştine û nêzîkî du mîlyon kes jî koçber bûne.

 

K24

Top