• Thursday, 19 February 2026
logo

Rapirsî: Ji sedî 72ê xelkê Fransayê ji Macron ne razî ne

Gulan Media April 24, 2023 Nûçe
Rapirsî: Ji sedî 72ê xelkê Fransayê ji Macron ne razî ne

Encama rapirsiyekê derxist holê ku zêdetirî ji sedî 70ê xelkê Fransayê ji karên serokê welatê xwe Emmanuel Macron, ne razî ne.

Li gor rapirsiyeke peymangeheke Fransî, ji sedî 72ê welatiyan ji karên Serokê Fransayê Emmanuel Macron, ne razî ne û ev jî wek asta herî kêm a piştevanî û razîbûnê bo Serokê Fransayê tê dîtin.

Roja Şemiya borî, 15ê Nîsana 2023an, Emmanuel Macron yasaya çaksaziyê ya xanenişîniyê îmze kir ji bo bilindkirina temenê xanenişîniyê ji 62 salî bo 64 salî, ev jî hêrsbûnek li seranserê welatê wî dirust kir.

Rapirsî amaje bi wê yekê kiriye ku pesendkirina yasaya xanenişîniyê sedemeke sereke ya lawazbûna baweriya welatiyên Fransî ye bi karên Emmanuel Macron. 

 

K24

Top