• Saturday, 14 February 2026
logo

Serokê berê yê MOSADê Tsafrir: Wê roja serxwebûna Kurdistanê were

Serokê berê yê MOSADê Tsafrir: Wê roja serxwebûna Kurdistanê were
Eliezer Gezi Tsafrir serokê berê yê saziya Mosadê li Kurdistana Iraqê û Îranê dibêje referanduma serxwebûna Kurdistanê ew gelekî dilgerm kiriye û ew di wê baweriyê daye wê roja serxwebûnê were.

Serokê berê yê Mosadê Eliezer Gezi Tsafrir ji VOAyê ra axivî û dibêje ne tenê ez, belkî hemû Îsraîlîyên xizmet li Kurdistana Iraqê pêşkeş kirine, ji bo hemûyan dema tecrubeya herî baş û jêhatî bû di jiyana wan de, ji ber ku her hemûyan hez ji gelê durd dikir"

Tsafrir herwiha dibêje "Me desteya Mosadê di mawê 10 salan de li Kurdistanê hebû her ji sala 1965 heta 1975ê".

Berpirsê Mosadê di axiftinên xwe de weha dibêje: "Mixabin ez yê herî dawiyê bûm li wêderê, Û min salek temam li Kurdistanê qedand, lê hemûyên berî min jibo her fetrekê tenê 3 mehan diman. Jiber ku Serokê Mosadê gote min û gihabû wê encamê ku erka serokê şanda Mosadê dê ew be ku peywendiyên xûrt li gel serokatiya kurdan, ligel Mela Mustefa Barzanî, ligel kurên wî Îdrîs û Mesûd û lîderên din yên weke Ebdulwehab çêbikin. Her 3 mehan kesek dihat guhertin, ev ji aliyê derûnî ve ne baş bû, jibo çêkirina peywendiyên. Zehmet bû her 3 mehan dilê xwe vekin bu kesekî paşan bigirin û bu kesek din vekin, ev bi zehmet bû".

Derbarê kesatiya Mela Mistefa Barzanî û têkiliyên Îsraîlê bi Şoreşa Kurdî ya salên 1970an re dibêje "Ji bo min şeref bû ku salekê temam serkirdê paye bilind Mela Mistefa Barzanî bibînim, her hefteyê du sê caran me hevdu didît, me şiya civînan bikîn û li ser pirsan biaxivîn. Me alîkarî dida wan. Lê me beşdariya şeran nedikir ji ber ku ew erka me nebû. tenê alîkarî dida Pêşmergan û tevgera kurdî, piraniya wan alîkariyan çek bûn, weke top, topên meydanî yên dijî firokan, me alîkariya rahênan û xolên leşkerî didan Pêşmergeyan, didan leşkerê kurdan, her ji fermandarê destpêkê heta fermandarên fewcê. Herwiha me alîkariyên cûda yên din didan wan. Weke mînak: çendîn salan nexweşxana meydanî ya Îsrailê li Kurdistanê hebû. Alîkariyên pizîşkî pêşkeş dikirin di çend salan de li Kurdistanê ku giringiyek mezin hebû … û hin tiştên din."

Berêz Eliezer Tsafrir dîsan dibêje "Ez weke kes, gelek caran li gel wî kom bûme û berî bighim wêderê li ser wî xwandîye, û piştî çendîn salan min pertûkek nivîsand li ser tevgera kurdî û li ser karên me li wêderê encam dayîn. Pertûk bi navê (Ez Kurd im) dîtina min û nirxandina min bo wî, serkirdekê di pileya yekemîn de ye, yê milletekê dost, miletekê jîr û xwedî îrade.

Dem ku Barzanî dihat ciyekî her kesî rêzgirtin û qedirgiranî bo kesayetiya wî hebû. Jiber ku bi rastî ew serkirdek bû di dîrokê de serkiredkî weha xwedî rêz ji aliyê gel ve ne hatîye dîtin, Heta ku dema duberî di navbera wî û Celal Talebanî de hebû, ew xwedî rêz bû, heta ne tenê li Iraqê her ciyê çû bayê rêz li wî dihat girtin weke serkirdekê kurd yê bi rûmet û meşhûr".

Eliezer Gezî Tsafrîr dide zanîn ku ew di salên 1990an de jî, çûye Herêma Kurdistana Iraqê û Mesûd Barzanî û Celal Talebanî dîtin e.

Tsafrir derbarê rêferanduma kurdan ya sala 2017an diaxife û dibêje" Rêferandumek mezin pêkhat, 92% xelkî îrada xwe ya tam bû serxwebûna Kurdistanê ji Iraqê da diyar kirin. Lê jiber ku ji aliyê stratejî de em dizanîn ku, welatên kurd lê hene duberiyên mezin di navbera wan de hene, bi taybet av û pirsgirêkên din, lê ji bo pirsa kurdî ew yekgirtî û hevrane. Ew lihev hatine ku divê kurd ne gihin ti tiştekî zêde li wan welatan. Me rêz heye bo wê aloziya piştî rêferandumê çêbûyî heye, lê dema me tiştek kir baye, tê wateya ku divîya me şer li dij Iraqê ragihand ba e, Ev jî tiştek mustehîle.

Derbarê rêferandumê ez jî ketim şaşiyê, ez gelekî dilgerimbûm ku rêferandum bihê encam dan, min digot haha dem hatiye û wextek gelek jêhatîye bo encamdana rêferandumê lê mixabin ez jî rastî xeletiyê hatim".

Derheqa ku Şah Riza Pehlewî daxwaz ji Mosadê kirîbû ku Xûmeynî dema li Parîs bû ji nav bibe û wî nehêle, serokê berê yê Mosadê li Îranê dibêje "belê Şah Riza Pehlewî ew daxwaza kiribû, rojekê ji rojên Dîsembera 1978ê kesekî di asta bilind de ji Savakê hate cem min û got, qat û karavatê li xwe bike û emê biçin cem şahî da ku vê raste rast ji wî bixwe bibihîzî ku daxwazê ji Mosadê dike da ku Xûmeynî jinav bibin ku di dema xwe de li Parîsê bû. Min dizanî ku bersiv çiye. Lê ez berpirs bûm ji welatê xwe, min raport şande welat û li benda bersivê mam, bersiv hat û paşî ligel Şahpor Baxtiyar civîyam, wî jî heman daxwaz ji me kir, lê dema wî ev daxwaz kirî 5 rojan berî Înqîlabê bû û Xûmeynî giha bû Tehranê.

Di axiftinên xwe de Tsafrir daxwaz dike ku kurd bi hişyarî pêngavan biavêjin û got "Bi nêrîna min yekem siyaseta kurdan li Iraqê divê bi jîrî be, helbet ez gelek hez ji serkirdayetîya kurdan û kak Mesûd û hemû hevalan li wêderê dikim, demek kirîtîke, divê şdara qeyranê bi jîrî û hişdarî bihê birêvebirin, mixabin ku niha dem ne dest daye, xweyaye ne dest daye bo serxwebûnê, ne Bexda amadeye, ne Îran û ne Tirkiye, lewan pêwîste îdara pirsgirêkan bi jîrî û hişyarî bihê kirin, inşalah roja serxwebûna Kurdistanê jî dê bihê.

Basnews
Top