• Saturday, 14 February 2026
logo

AK Partî: 11 hezar û 109 deng di berjewendiya Binali Yildirim de hatin rastkirin

AK Partî: 11 hezar û 109 deng di berjewendiya Binali Yildirim de hatin rastkirin
Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Ali Îhsan Yavuz ragihand ku gelek têbîniyên wan hene li ser encamên hilbijartinan û heta niha 11 hezar û 109 deng di berjewendiya Binali Yildirim de hatine rastkirin.



Ali Îhsan Yavuz di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir: “Ji 1ê Nîsanê ve li Stenbolê di encama cardin hejmartina dengên 530 sindoqên dengdanê de, heta niha 11 hezar û 109 deng di berjewendiya Binali Yildirim de hatin rastkirin.”



Yavuz herwiha got: “Di 5 hezar û 857 sindoqan de, dengên pûçkirî hatin hejmartin, ji wan jî hezar û 641 deng di qezenca AK Partiyê de bûn.”



Di hilbijartinên şaredariyan de berbijêrê CHPê yê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi rêjeya %48.80, 4 milyon û 171 hezar û 118 deng, berbijêrê AK Partiyê Binali Yildirim jî bi rêjeya %48.55, 4 milyon û 149 hezar û 656 deng bi dest xistibûn. Ekrem Îmamoglu bi 21 hezar û 462 deng li pêş e.

Rudaw
Top