• Saturday, 14 February 2026
logo

Asayişa Hewlêrê mukurhatinên grûpeke tawanbar belav dike

Asayişa Hewlêrê mukurhatinên grûpeke tawanbar belav dike
Rêveberiya Asayişa Hewlêrê di daxuyaniyekê de desteserkirina grûpeke tawanbar ragihand ku 2 kiryarên tawankarane encam dane û mikurhatinên wan bi wan her du bûyeran jî belav kir.

Di daxuyaniya Rêveberiya Asayişa Hewlêrê de hat: Piştî bûna du kiryarên tawankarane, lêkolîn û çavdêriya hûr a tîmên me destpê kir û di operasyonekê de 4 endamên grûpeke tawankar hatin desteserkirin û du tawanbarên din bê destnîşankirin.

Li gor mikurhatina tawanbaran, jinekê bi navê Suleyla Xalid Sultan Rehêmî bi hevjînê re xwe Herdî Mihemed Simayil pilana wan her bûyeran danîne.

Bûyera yekem: Roja 15.1.2019an li bajarokê Teqteq ev tawanbar narincoyekê datînin ber mala kesekî, lê narinco bi du karmendên jîngehparêziyê yên ji regeza Benigladîşî de diteqe û kesek canê xwe jidest dide û yê din jî birîndar dibe.

Bûyera duyem: Roja 5.3.2019an li taxa Zîlan a Hewlêrê dîsa ev tawanbar narincoyekê davêjin malekê û di encamê de du kes birîndar dibin.

Rêveberiya Asayişa Hewlêrê dilniyabûnê dide welatiyan û dibêje: “Hewlên Rêveberiya Asayişa Hewlêrê berdewam in ji bo desteserkirina her du tawanbarên din Ehmed Azerî û Hejar Sabir Taha û dilniyabûnê didin welatiyan ku ev bûyer tenê karên tawankarane bûne.

K24
Top