• Saturday, 14 February 2026
logo

Çavuşoglu: Amerika fişarek ne di rihê hevpeymaniyê de li me dike

Çavuşoglu: Amerika fişarek ne di rihê hevpeymaniyê de li me dike
Wezîrê derve yê Tirkiye Mewlud Çavuşoglu piştî civîna Wezîrên derve yên welatên endamên NATO civînek rojnamevanî lidar xist û helwêsta Amerîkayê beramberî kirîna mûşekên S400 ji Rûsyayê rexne kir.

Çavuşoglu got, Amerika fişarek zêde tîne ser Tirkiye û ev yek ne cîhê pejirandinê ye. Ligor Wezîrê derve yê Tirkiye ev fişar nikare helwêsta hevpeymanan be.

Çavuşoglu liser hevdîtina xwe ligel Wezîrê derve yê Amerîka û daxûyaniyên piştî wê ji alî Wezareta derve ya Amerikayê ve hatine dan de, diyarkir ku: “Em şaş bûn e. Daxûyanî herweha hişkahiya di daxûyaniyê de ne cihê pejiraninê ye. Herweha Pompeo gotinên weha dijwar bikar ne anîn”.

Liser kirîna mûşekên S400 ji Rûsyayê Çavuşoglu got, ku welatek nabe ji welatek din re bibêje: Tu nikare mûşekan ji vî welatî bikire yan nekire!

K24
Top