Lehiyê bi sedan milyon dolar zirar gihandiye çandiniya Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Li gor vê raportê ku roja pênşemiyê hatiye belavkirin, ji destpêka buhara îsal ve heta niha ji ber lehiyên berdewam li 16 parêzgehên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, zirareke mezin gihîştiye sektora çandiniyê.
Di raportê de amaje bi wê yekê hatiye dan, ku bi sedema lehiyan gef li ser 731 hezar hektar zewiyên çandiniyê û 90 hezar hektar bax û rezan çê bûye.
Herwiha lehiyên wê dawiyê bûye sedem ku di warên av, elektrîk, jêrxanên din ên weke baxevanî, ajeldarî, balinde û projeyên xwedîkirina masiyan de zirarên mezin çê bibin.
Herwiha Rêxistina Hozên Îranê jî ragihandiye, 15 hezar ser pez û ajelên malî yên xelkê di lehiyan de ji nav çûne û herî zêde jî li parêzgeha Loristanê xelkê pez û ajelên xwe ji dest dane.
Lehiyan herwiha zirareke mezin gihandiye parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê jî.
Li gor raporta Wezareta Çandiniyê ya Îranê, li parêzgeha Îlamê jî zirareke mezin gihîtiye zewiyên çandiniyê û jêrxana hin bajarên wê parêzgehê û lehiyê berhemên cotkarên Îlamî bi xwe re şiştiye û biriye.
Ji destpêka buhara îsal ve heta niha şepêlekegellek bihêz a baranbarînê li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê destpê kiriye û bûye sedema lehiyên mezin li gellek parêzgeh û bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê.
Li gor amarên fermî yên ku hikûmeta Îranê belav kiriye, ji destpêka buharê ve heta niha bi sedema çêbûna lehiyan, 64 kes li wî welatî canê xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûne.
Herî dawî roja Çarşemê Pizîşkiya Dadê ya Loristanê ragihandibû ku bi sedema lehiyê li bajarê Pulduxterê 7 welatiyan canê xwe ji dest dane û bi vî awayî hejmara qurbaniyên lehiyê li wê parêzgehê gihîştibû 15 kesan.
Rudaw
