Malbateke Duhokî di navbera Tirkiye û Îtalyayê de xeniqiye
Roja 28ê Mijdara 2017an malbateke şeş kesî ku ji dayîk û bav û çar zarokan pêk dihat, di navbera Tirkiye û Îtalyayê de winda bûn û vê êvarê qaçaxçiyê ku ew malbat biribû, ji xizmên wan re ragihand ku ew şeş kes li jiyanê nemane.
Navê zilam Şêrzad Ebdulezîz bû û temenê wî 28 salî bû, navê hevjîna wî jî Saliha Ebdullah bû û 25 salî bû, du kur û du keçên wan jî li cem wan bûn.
Birayê Şêrzad, Hêvîdar Ebdulezîz ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew ji bo bigihîjin Ewropayê çûbûn û di navbera Tirkiye û Îtalyayê de winda bûn. Bû demeke dirêj xizmên wan ji qaçaxçiyan dixwest ku derbarê Şêrzad û malbata wî de zanyarî bidin, lê ti tiştek nedigotin.
Hêvîdar Ebdulezîz dibêje: “Îro qaçaxçiyekî ji me re ragihand ku ew li jiyanê nemane.”
Rudaw
