• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Şingalê 7 gorên din ên bi kom hatin dîtin

Li Şingalê 7 gorên din ên bi kom hatin dîtin
Heft gorên din ên bi kom ên Kurdên Êzidî li sînorê nahiya Gir Uzêr hatin dîtin û wisa tê pêşbînîkirin ku 70 rufat têde hebin.

Rêveberê Bajarokê Gir Uzêr, Neqîb Şukir bi WAARê re ragihand: “Hefteya derbasbûyî zanyarî gihiştin me li ser hebûna gorên bi kom li devera Solax a ser bi Gir Uzêr, piştî serdana me ya bo wê deverê, derket holê ku heft gorên bi kom têde hene.”

Li gor gotina Neqîb Şukir, tê çaverêkirin ku nêzîkî 70 rufatên Kurdên Êzidî di wan gorên bi kom de bin.

Neqîb Şukir herwiha eşkere kir: “Ji ber ku rê xirab e, ti tîmekê nekariye serdana wê deverê bike, lê di van çend rojan de em dê tîmên rakirina gorên bi kom bibin wê deverê û wan goran rakin.”

Waar.tv
Top