• Saturday, 14 February 2026
logo

Amerîka hişdariyeke tund da Tirkiyeyê

Amerîka hişdariyeke tund da Tirkiyeyê
Amerîka dibêje lazime tirkiye xeyalê operasiyonê ji serê xwe derxe
Li gor daxuyaniyeke nivîskî ya wezareta derve ya Amerîkayê, duhê wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di civîna xwe ya li gel wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mevlûd Çawişoglû de, hayedariyeke tund daye Tirkiyeyê.

Wezareta derve ya Amerîkayê diyar kir ku di civînê de Pempeo ji Tirkiyeyê re gotiye lazime xeyala lidar xistina operasiyoneke leşkerî ya bo ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji serê xwe derxin û nabe bi ti awayî operasiyoneke wisa lidar bixin jiber ku encamên operasiyonê bo Tirkiyeyê gelek dijwar ş hilweşêner dibin.

Top