• Saturday, 14 February 2026
logo

Ekrem Îmamoglu: Ji bo gûherîna encama hilbijartinê ti hincetek niye

Ekrem Îmamoglu: Ji bo gûherîna encama hilbijartinê ti hincetek niye
Namzetê serkeftî yê Şaredariya Stenbolê yê CHPyê Ekrem Îmamoglu radigihîne: Ji bo gûherîna encama hilbijartinê ti hincetek niye.

Ekrem Îmamoglu dibêje di her hilbijartinê de dengên betalkirî hene. Ger ji bo deng careke din werin jimartin hincetek rast hebe bila werin jimartin. Ew ne dij in ko deng careke din werin jimartin lê ji bo dubare jimartina dengan û gûherîna encamên hilbijartinê ti hincet niye.

Ekrem Îmamoglu di hilbijartinên Şaredariya Stenbolê de 20 hezar deng zêdetir ji namzetê AK-Partiyê bidest xistibû. Lê AK-Partî dij derketibû daxwaza dubare jimartina dengan kiribû.

K24
Top