• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokwezîr hêviya aştî û aramiyê dixwaze

Gulan Media April 21, 2023 Nûçe
Serokwezîr hêviya aştî û aramiyê dixwaze

Cejna Remezanê li tevahiya Misilmanan pîroz dike.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina cejna Remezanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku, ev jî tekesta vê peyamê ye;

Bi minasebeta hatina cejna Remezana pîroz, pîrozbayiyeke gerim pêşkêşî tevahiya Misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim bi taybetî pîrozbayî li pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekariya navxwe, kesûkarên serfiraz yên şehîd û enfalkiriyan dikim. Hêvî dikim di nava xweşî, şadî û rewşeke aram de rojên xwe yên cejnê derbas bikin.

Bi hêviya vê yekême ku, ev cejna han bibe sedema xêr û xweşî, xweşgozeranî û pere pêdana aştî û tebayî di navbera tevahiya pêkhateyên gelê Kurdistanê û aştî û aramiyê li cîhanê de.

Cejna we pîroz be û hertim di xweşiyê de bin.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

Top