• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Kurdistanê merasîmên cejna Remezanê tên kirin

Gulan Media April 21, 2023 Nûçe
Li Kurdistanê merasîmên cejna Remezanê tên kirin

Îro li Herêma Kurdistanê û piraniya welatên îslamî cejna Remezanê ye û xelk nerîtên xwe yên olî û civakî cibicî dikin.

Li Herêma Kurdistanê îro danê sibê li hemû mizgeftan nimêja Cejna Remezanê hat kirin. Welatî jî ji bilî beşdarbûna di nimêja cejnê de, cejn li hevdu pîroz dikin û gerdenên hevdu azad dikin.

Piraniya mamostayên olî di gotarên xwe yên cejnê de, daxwaza xweşî, bextewerî û aramiyê ji bo Herêma Kurdistanê û navçeyê kirin û tekez li ser aştî û yekrêziya di navbera aliyan û parastina destkeftan kirin.

Di roja cejna Remezanê de, ji bilî merasîmên olî, welatiyan çend nerît û kevneşopiyên civakî cibicî dikin, wekî kombûna malbatê li ser sifrê û serdana xizm û cîranan.

 

K24

Top