• Thursday, 19 February 2026
logo

Demirtaş bi tirkî û kurdî peyama cejna Remzanê da

Gulan Media April 21, 2023 Nûçe
Demirtaş bi tirkî û kurdî peyama cejna Remzanê da

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku di Girtîgeha Edîrneyê de ye, bi peyameke vîdyoyî bi tirkî û kurdî cejna Remezanê li hemûyan pîroz kir.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku nêzî 6.5 sal in di Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê de ye, bi peyameke vîdyoyî ya ku li ser hejmara xwe ya Twitterê parve kir, cejna Remezanê pîroz kir.

Demirtaş di vîdyoya bi dengê xwe de bi tirkî û kurdî cejna Remezanê li hemûyan pîroz kir.

Demirtaş bi tirkî got: “Bila ev cejn bibe sedema firehî, bereket û aştiyê. Bila guherîna ku her kes li bendê ye bi xwe re bîne. Cejna we pîroz be înşallah.”

Bi kurmancî û dumilî jî got: “Cejna we pîroz be. Roşane şima bimberek bo.”

Top