Hêzên opozîsyona Sûriyê: Me êrişa YPGê li Ezazê şikand
Roja 1 vê mehê YPGê ragihandibû, şervanên wan li gundê Kefer Xaşir yê bajarokê Ezazê êrişî koma bi navê Cebhet El Şamiyê, ku girêdayî opozîsyona Sûriyê û alîgira Tirkiyê ye, kirine.
Li gorî agahiyên YPGê, di wê êrişê de çekdarek hatibû kuştin û 2 jî birîndar bibûn.
Lê fermandehiya hêzên opozîsyonê li Ezazê ragihandiye, wan ew êrişa YPGê şikandine û çend şervanên wan jî birîndar kirine. Tenê çekdarekî wan di wî şerî de birîndar bûye.
Basnews
