• Thursday, 19 February 2026
logo

Zaxo – Zêdetirî 30 xaniyan ji kêmderametan re hatin pêşkeş kirin

Gulan Media April 20, 2023 Nûçe
Zaxo – Zêdetirî 30 xaniyan ji kêmderametan re hatin pêşkeş kirin

Di destpêka meha Remezan a pîroz a îsal ve bi bernameyekî rêxistinî ya serpereştyarê îdareya serbixwe ya Zaxo, her êvariyekî li gel malbatekî kêmderamet fitar vekir û kilîla xaniyekî pêşkeşî wê malbatê kir û duh êvari jî di civîneke çapemeniyê de behsa wî karê xêrxwaziyê kir.

Serpereştyarê îdareya serbixwe ya Zaxo Guhdar Şêxo di civîneke çapemeniyê de ragehand: ‘’Hûn hemû agahdarin ku di meha Remezan a pîroz de li gel bazirgan, sermayedarên Zaxo û deverên cuda, hin alîkarî ji xelkê kêmderamet re hatin pêşkeş kirin. Xizmet kirina xelkê erkê me ye û ti minet li ser kesê jî em nakin, ji ber ku kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi serpereştiya Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kiribû, ku ev kabîneye kabîneya xizmet kirina xelkê ye û me jî berdewamî bi wê xizmetê kir.’’

Herwaha got: Dewlemendên Zaxo, Duhok, Hewlêr û deverên cuda li gel Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî roleke giring lîstin, ku em bikarin bernameya xwe bi serkeftî cîhbicîh bikin û zêdetir ji 30 xaniyan ji bo xelkê kêmderamet û zarokên nazdar ên sêwî yên bê dayîk û bav û kirêciyan dabîn bikin û soz jî didin sala bê jî hîn baştir xizmetê ji xelkê îdareya serbixwe ya Zaxo re bikin.’’

Top