Rapirsiya SAMERê - Dengê Kiliçdaroglu li Bakurê Kurdistanê %70 ye
Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk (SAMER) Yuksel Genç ragihand, li Bakurê Kurdistanê rêjeya dengên Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu nêzîkî %70 ye. Ji aliyê din ve li gor rapirsiya Lêkolîna Yoneylem, dengên opozîsyonê ji %50yî zêdetir in û Partiya Çep a Kesk (YSP) sêyemîn partî ye.
Kompanya Lêkolîna Yoneylem, encamên rapirsiya ku di navbera 14-16ê Nîsanê de kiribû eşkere kir.
Li gor rapirsiyê dengên partiyan wiha ne:
AKP: %35.8
CHP: %30.4
Partiya Çep a Kesk (YSP): %10.3
ÎYÎ Partî %9.2
MHP: %7.4
Memleket: %2.6
Partiya Karkerên Tirkiyê: %2.2
SAMER: Dengê Kiliçdaroglu li Bakurê Kurdistanê %70 ye
Yuksel Genç ku bi giştî li ser dengdêrên Kurd lêkolînan dike ji Artigerçekê re got: “Li gor lêkolînên me di demekê de ku li herêmê rêjeya dengên CHPê %4-5 e rêjeya dengên Kiliçdaroglu %68-70 ye.”
Genç derbarê dengdêrên HDPê de bo dengdayîna Kiliçdaroglu dibêje: “Di nav dengdêrên HDPê bi qasî %10-15 bi temamî biryar nedane. Dikarin boykot bikin û eger bêne qanikirin dikarin deng bidin Kiliçdaroglu. Rêjeya dengên Erdogan jî li herêmê %20 e, dengên Muharrem Înce nêzîkî %2 ye û yên Sinan Ogan %0.5 e. Erdogan dengên xwe ji dest dane û ji %24an bo %21.2ê daketiye.”
Yuksel Genç herwiha got, sedema zêdebûna dengên Kiliçdaroglu piştgiriya dengdêrên HDPê û beşek jî dengdêrên ciwan in.
Rudaw
