Li Yemenê 78 kesan canê xwe ji dest dan
Dema dabeş kirina hevkariyên însanî de canê xwe ji dest dane.
Birêveberatiya tendirostiya Senaya paytexta Yemenê ragihandiye ku, di dema dabeş kirina hevkariyên însanî de qerebalixiyeke gelek mezin çê bûye û di encama vê de pevçûn çê bûne û herî kêm 78 kes canê xwe ji dest dane û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku, rewşa 13 ji birîndaran jî gelek girane û di bin çavdêriya tund ya nûjdaran dene.
Ev bûyer di demekê de çê bûye ku, bazirganekî Yemenî duhê bişev xwestiye hevkariyên însanî li ser xelkê dabeş bike û xelk jiber qerebalixiya zêde rastî vê bûyerê hatiye.
