• Saturday, 14 February 2026
logo

Amerîka: Êrişa Tirkiyê ya li rojhilatê Sûriyê dê bibe sedama wêraniyê

Amerîka: Êrişa Tirkiyê ya li rojhilatê Sûriyê dê bibe sedama wêraniyê
Wezîrê Derv yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku eger Tirkiyê êrişî rojhilatê bakurê Sûriyê bike ew dê bibe sedam wêrankarieyeke mezin.



Wezîrê Derve yê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li Washingtonê hevdîtin kir. Di hevdîtina navbera herdu wezîran de ligel peywendiyên Tirkiye-Amerîkayê pêşhatên dawîn hatin gotûbêjkirin.



Wezareta Derve ya Amerîkayê piştî hevdîtin ragihand ku Pompeo piştevaniya Amerîkayê bo gotûbêjên çareserkirina pirsgirêkên li herêmê nîşan daye û herwiha hişyarî daye Tirkiyê ku ji aliyê leşkerî ve midexaleyê rojhilatê bakurê Sûriyê bike.



Pompeo destnîşan kir ku eger Tirkiyê êrişî rojhilatê bakurê Sûriyê bike ew dê bibe sedam wêrankarieyeke mezin.



Ji Tirkiyê dijî daxuyaniya Wezareta Derva ya Amerîkayê bertek



Berdevkê Wezareta Karên Derva Hami Aksoy derheqê daxuyaniya Wezareta Derve Amerîkayê ya piştî hevdîtina Çavuşoglu û hevtayê wî yê Amerîkayî Mike Pompeo de wiha got, "Daxuyaniya ku eşkere ye beriya hevdîtinê hatiye nivîsîn, hem naveroka hevdîtinê destnîşan nake û hem jî cih daye mijarên ku di hevdîtinê de qet nehatin rojevê."



Berdevk Aksoy ji bo pirsa derheqê daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ya li ser hevdîtina Wezîr Çavuşoglu û hemtayê wî yê Amerîkayî Pompeo da bersiva nivîskî da.



Aksoy wiha got:"Daxuyaniya ku Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê li ser hevdîtinê belav kir û eşkere ye ku beriya hevdîtinê hatiye nivîsîn, hem naveroka hevdîtinê destnîşan nake û hem jî cih daye mijarên ku di hevdîtinê de qet nehatin rojevê. Di hevdîtinên derbasbûyî de jî pirsgirêkên bi heman rengî rû dane û lewma jî divê daxuyaniyên bi vî awayî bi rêkûpêktir bên dayîn û herwiha ew yek şertekî xwezayî yê peywendiyên me yên hevpeymaniyê ye ku bi taybetî mijarên ku di hevdîtinê de nayên rojevê di daxuyaniyê de divê cih negirin."




Rudaw
Top