ENKS: Em “leşkeriya neçar” red dikin
Gefa leşkerî ya rêxistina DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilatê Ferat bidawî hat, lê heta niha Yasaya Berevaniya Xweser ku bi leşkeriya neçar tê naskirin, lidar e û tê cîbicîkirin.
Derbarê nehiştin an berdewamiya leşkeriya neçar de nerînên cuda hene.
Serokê Encûmena Zagonsaz a Rêveberiya Xweser, Hisên Ezzam ji Rûdawê re tekez kir ku ti guhertin û serastkirin di yasaya Berevaniya Xweser de, nayêne kirin, ji ber ku ew yasa, ne tenê ji bo rûbirûbûna DAIŞê hatibû danîn, herwiha ji ber ku pêwstî bi sîstemeke parastin û berevaniyê hebû û niha jî heye.
Hisên Ezzam, got ku nabe ciwan ji ber erkê Berevaniya Xweser birevin, weke çawa ku berê, ji ber leşkeriya hikûmetê nedireviyan, êdî pêwîst e bi wê erkê rabin û xwe ji ber nedin alî.
Serkirdeyê ENKSê û berpirsê rêveber ê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya (PDK-S), Mihemed Ismaîl ji Rûdawê re got ku berê jî ne ligel vê yasayê bûn û niha ne ligel wê ne, ji ber ku leşkeriya neçar bûye sedema koçberkirina bi sedan ciwanên kurd ji Rojavayê Kurdistanê. Niha jî guşar di vî warî de bêhtir bûye.
Mihemed Ismaîl got: “Rêveberiya Xweser ev prose bi zorê li ser ciwanên Kurd sepand, bi behaneya şerê DAIŞê, ku ev şer pêwîst bû, ne ji erkê gelê Kurd tenê ba, lê belê bi rêya leşkeriya neçar, ciwanên Kurd ketin berevaniyê, di ber hemû cîhanê de û bûne qurbaniyên vê yekê, ku hevterîpî wê jî, bi sedan ciwan hatin girtin yan jî koçber bûn.”
Serkirdeyê PDK-Sê red kir ku ew, weke PDK-Sê û ENKSê, amade bin di vê proseyê de beşdar bibin yan jî bipejirînin. Herwiha got: Berdewamiya vê yasayê dê bandoreke wê ya nerênî, li ser hemû astên civakî, aborî, ewlehî, siyasî û xwendinê hebe. Lê belê nehiştina wê jî, dê bandoreke erênî li ser rewşa giştî bike, bi awayekî ku rê ji bo vegera bisedan ciwanan veke, herwiha dê derfetên kar û karkirinê peyda bibin, di nav de jî, gelek xwendekar wê vegerin xwendina xwe.
Sekreterê Partiya Yekîtiya Kurdistanê-Sûriya Silêman Oso ji Rûdawê re got: “Piştî têkbirina leşkerî ya DAIŞê xelkê hêvî dikir ku guşar di vî warî de kêmtir bibe, lê diyar bû ku guşar li ser ciwanan û girtina wan bêhtir bûn.
Slîman Oso diyar kir ku koçberbûna ciwanan ji ber wê yekê ye ku baweriya wan bi mekanîz û şêwazê leşkeriya neçar nayê, lê eger ew prose nemîne, dê bandoreke wê ya erênî li ser gelek warên jiyana xelkê û ciwanan hebe.
Ji Tîrmeha 2014an ve Encûmena Zagonsaz a Rêveberiya Xweser Yasaya Berevaniya Xweser li navçeyên li jêr desthilata xwe ragihand û di heman salê de jî ew yasa xiste warê cîbicîkirinê, ku weke erkekî civakî û exlaqî binav kiriye.
Rudaw
