• Thursday, 19 February 2026
logo

20 sîxorên îtlaatê hatin girtin

Gulan Media April 19, 2023 Nûçe
20 sîxorên îtlaatê hatin girtin

Li Azerbayicanê hatine girtin.

Hikûmeta Azerbayicanê ragihand ku, di encama operasiyonekê de hêzên ewlekarî yên Azerbayicanê karîne 20 sîxorên Azerî yên îtlaata Îranê binçav bikin.

Hikûmeta Azerbayicanê diyar kiriye ku, ev kesên han ku, welatiyên Azerbayicanê ne, di bin nava çalakiyên olî de bo îtlaata Îranê sîxorî kirine.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku, armanca wan dijminatî kirina hikûmeta Bakû û bazirganî kirin bi madeyên hişber li Azerbayicanê de bûye.
 

Top